12ê Xezelwera 1405an a Rojî Di nav du rojên borî de, di pêla binçavkirinên bêrehmaneya welatiyên Kurd li bajarên Bokan û Pîranşarê de, herî kêm 6 welatî bi navên «Mamosta Melahesen Mehmûdî», «Fetah Hacîzade», «Newîd Mistefazade» û «Aram Wefay» li Bokanê û «Murad Hasıl Ebûbekrî» û «Sadiq Ebûbekrî» li Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtilaatê ve hatine binçavkirin. Ev welatî piştî binçavkirinê bo cihên nediyar hatine veguhastin û heta niha tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina wan tune ye. Herwiha, ew ji mafê destpêragihîştina bi parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbatên xwe re bêpar hatine hiştin.
Di danê sibê yê roja Sêşemê, 12ê Xezelwera 1405an a Rojî de, çar welatiyên Kurd ên xelkê Bokanê bi navên «Mamosta Melahesen Mehmûdî», pêşnimêjê mizgefta gundê «Kanî-Tormar», «Fetah Hacîzade», xelkê gundê «Gamîşgolî», «Newîd Mistefazade», temen 21 salî û xelkê gundê «Daşbend», û «Aram Wefay», bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê û bi awayekî bêrehmane ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî gotina çavkaniyên agahdar ji Kurdpa re, «Mamosta Melahesen Mehmûdî»,temen 53 salî, kurê Emer, ku ev 10 sal in pêşnimêjê mizgefta gundê «Kanî-Tormar» e, di danê sibê yê 12ê Xezelwera 1405an a Rojî de, bi êrîşa hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtilaatê bo ser mala wî, hatiye binçavkirin. Di dema vê binçavkirina bêrehmane de, hêzên ewlehiyê bi şikandina deriyê malê ketine hundir, li ber çavên endamên malbata wî ew lêxistine û tiştên wî yên kesane, di nav de telefona wî ya desta û pirtûkên wî, desteser kirine.
«Newîd Mistefazade» jî yek ji wan kesan e ku di Reşemeha 1402an a Rojî de careke din bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî qedandina qonaxên lêpirsînê, bi danîna barimrimteyê, bi awayekî demkî hatibû berdan.
Ji aliyekî din ve, roja Duşemê, 11êXezelwera 1405an a Rojî de, du welatiyên Kurd ên ji Pîranşarê bi navên «Murad Hasıl Ebûbekrî», kurê Babekir,
demjmêr 8 êvarê bi êrîşa hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtilaatê bo ser mala wî, û «Sadiq Ebûbekrî», rahênerê klûba futbol û futsala «Hedef» a Pîranşarê, di nav bajarê Pîranşarê de, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.
Her şeş welatiyên Kurd bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê hatine binçavkirin û piştî wê bo cihên nediyar hatine veguhastin. Tevî derbasbûna demê ji binçavkirina wan, heta niha tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina wan tune ye.
Heta dema belavbûna vê raporê, sebebên binçavkirina van welatiyên Kurd nehatine eşkerekirin û hêzên ewlehiyê jî di vê derbarê de tu ravekirinek pêşkêş nekirine. Herwiha, ev welatî ji dema binçavkirinê heta niha ji mafê destpêragihîştina bi parêzer, hevdîtina bi malbatên xwe re û têkiliya bi kesên nêzîkên xwe re bêpar hatine hiştin.





