27ê Xezelwera 1405an a Rojî bi binçavkirina «Peyman Kerîmzade», hejmara welatiyên ku li Avdananê di encama xwepêşandanên gelî yên li dijî mirina 13 welatiyên vê bajarokê di encama bûyera qezaya otobûsa karmendên Pêtroperaş de hatine binçavkirin, gihîştiye 7 kesan. Ev welatî piştî binçavkirinê bo cihêkî nediyar hatine veguhestin û heta niha agahiyên rast li derheq rewş û çarenûsa wan de tune ne.

Roja Sêşemî, 26ê Xezelwera 1405an a Rojî, di encama xwepêşandanên gelî li Avdananê de, hejmarek ji welatiyên vê bajarokê hatin binçavkirin. Heta niha nasnameya 7 kesan ji aliyê Kurdpa ve hatiye piştrastkirin. Navên kesên binçavkirî ev in: «Sîna Derwîşî», xortekî temen 15 salî, «Îrec Heyderî», «Seîd Ebdullahî», «Esxer Ekberî», «Armîn Suleymanî», «Bêhnam Muradî» û «Peyman Kerîmzade».

Herwiha, «Mihusin Bavîr» jî yek ji wan kesan bû ku bo çend demjmêran hate binçavkirin û paşê hate berdan.

Ev welatî ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê hebûna parêzer, têkilîgirtin û hevdîtinê bi malbatên xwe re bêpar hatine hiştin.

Piştî nîvroya roja Sêşemî, 26ê Xezelwera 1405an a Rojî di encama mirina 13 welatiyên Avdananê di bûyeya qezay ya otobûsa karmendên Pêtroperaş de, xwepêşandanên berfireh li Avdananê pêk hatin. Bi sedan welatî bi dirûşmeyên li dijî berpirsên hikûmetê, nerazîbûna xwe ji guh nedana rewşa rêyan, bêparbûna binesaziyên parêzgeha Îlam û rêveberiya xirab anîn ziman. Di heman demê de, beşeke mezin a bazara Avdananê jî ji bo piştgirîkirina xwepêşanderan û malbatên qurbaniyan tevlî grevê bû.

Li gorî gotina çavkaniyekî agahdar ji Kurdpa re, bi destpêkirina xwepêşandanan re, hêzên Yekîneyên Taybet li bajêr hatin bicihkirin. Civîn û komcivîn heta êvarê berdewam bûn û raporên li derheq qutbûna giran a gihîştina înternetê û avêtina gazên hêsirê û guleyên saçmeyî ji aliyê hêzên Yekîneyên Taybet ve ber bi xwepêşanderan hatin weşandin.