13ê Xezelwera 1405an a Rojî؛ «Aras Ehmedbeygî», ciwanê temen 18 salî yê Kurd, xelkê «Serabile» ya ser bi parêzgeha Îlamê, piştî 16 rojan binçavkirina bêsedem, bi danîna barimteya 1 milyard Tûmanî bi awayekî demkî hate berdan. Ew di heyama binçavkirinê de ji her cure destpêragihîştina bi parêzer, hevdîtin û têkiliya telefonî bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.

Çavkaniyekî agahdar bi piştrastkirina vê nûçeyê ji Kurdpa re got: «Aras Ehmedbeygî» ku ji bo heyama 16 rojan di yek ji girtîgehên ewlehiyê yên îtlaata Spaha Pasdaran a Îlamê de dihate ragirtin, roja Sêşemê 13ê Xezerlwera 1405an a Rojî bi danîna barimteya 1 milyard Tûmanî bi awayekî demkî hate berdan.

28ê Rezbera 1405an a Rojî, «Aras Ehmedbeygî» bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îtlaata Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin û bo cihêkî nediyar hate veguhastin. Heta niha sebebên binçavkirina vî ciwanê Kurd nehatine zelalkirin û hêzên ewlehiyê jî di vê derbarê de tu ravekirinek pêşkêş nekirine.

Ev ciwanê temen 18 salî di heyama 16 rojan binçavkirina bêsebeb de ji her cure destpêragihîştina bi parêzer, hevdîtina bi malbata xwe re û têkiliya telefonî bi kesên nêzîkê xwe re bêpar hatiye hiştin.