14ê Xezelwera 1405an a Rojî, Tevî derbasbûna sê rojan ji binçavkirina bêrehmaneya «Cemîle (Mîna) Mihemedemîn Azer», welatiya Kurd xelkê Bokanê, hîn jî tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina wê tune ye. Ew di vê demê de ji mafê destpêragihîştina bi parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.

Li gorî gotina çavkaniyekî agahdar ji bo Kurdpa, Cemîle Mihemedemîn Azer bi hevjînê xwe Xoşnaw Ezîzpûr re roja Sêşemê 12ê Xezelwera 1405an a Rojî, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala wan de hatine binçavkirin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin. Hevjînê wê jî di heman rojê de, piştî çend demjmêran lêpirsînê, hatiye berdan.

Ev çavkaniya agahdar herwiha got: Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirina van herdu welatiyên Kurd de, telefonên wan ên desta desteser kirine û bi xwe re birine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sebebên binçavkirina vê welatiya Kurd nehatiye eşkerekirin û hêzên ewlehiyê jî di vê derbarê de tu ravekirinek pêşkêş nekirine. Herwiha, wê ji dema binçavkirinê heta niha ji mafê destpêragihîştina bi parêzer, hevdîtina bi malbatê û têkiliya bi kesên nêzîkên xwe re bêpar hiştiye.