Armanca bigerxistina ‘Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê’ tejî kirina vê valahiya nûçegehaniya hûr e di Kurdistanê de. Herwisan giştgîr kirin û seranserîkirina bûyerên Kurdistanê û veguhastina rast û hûr a wan bûyeran bo malper û nûçegehaniyên din, ji setratêjiyên herî girîng yên vê nûçegehaniyê tên hesibandin.

Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, bi berçavgirtina tev pirensîb û bingehên exlaqî û mirovî, bi merema lêgerîn û peydakirin û eşkerekirina rastiyan tekoşînê dike.

Parastina buha û kerameta mirovî di hemî warên siyasî, olî, hizrî weke bingeha sereke yên Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, tên hesibandin.

Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, di belavkirin û şirovekirina nûçe û mijarên hinartî de bi tewahî serbeste û bêalîyane dibizive.

Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, weke çavkaniyeke cihê bawerî û hitbara xelkê tekoşînê dike.

Nûçegehaniya han cehd dike ku, di biyavên siyasî, civakî, çandî û herwisan mafên mirov de, nûçeyên pêwendîdar şirove bike.

Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, mijar û nivîsokên pêwendîdar bi pirsên rojê ku digihîjnê, piştî pejrandina wan ji aliyê sernivîskar û desteya nivîskar a malperê ve, bi şertek ku bingehên exlaqî biparêze, diveşîne. Weşandina mijarên hinartî, eyankerê siyaseta karî a, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê nine.

Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, di pêwendî tevî nûçeyên rojê, bi merema guhertina bîr û hizran, di warên cur bi cur de, tevî mirovên pispor û xudî hizrên cur bi cur gotobêjan dike. Nêrîn û aqara hizrên wan kesan eynkerê nêrîn û siyaseta giştî a Ajansê nine.

Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, çavkaniya weşandina nûçeyên hûr, jêhat û tejî ji zaniyariyên nû ye bi berçavgirtina pîvan û yasa û rêsayên rojnamevanî.

Nûkirin û dabînkirina hez û daxwaziya berdeng û xwandevanên Kurdpa, Ajansa Nûçegehaniya Kurdistanê, mijara sereke a karê me ye û em hez û daxwazên wan bilind dinirxînin û di vê pêxemê de, tekoşîna xwe didomînin.

Ajans cuda ji personêlên xwe yên fermî, dixebite ku bi bêy berçavgirtina tixûbên cuxrafiyayî endaman ji xwe re bigre û peyda kirina wan endamn jî yê bi wan sê avayên jêrîn be.

A: zêrevanên cihgir û berdewam bi bêy berçavgirtna tixûbên cuxrafiyayî bi merema hinartin û veguhestina bûyer, nûçe û zaniyariyan, bi taybetî ew bûyerên ku girêdayî bi mijarên Îran û Kurdistanê we hebin.

B: Ew kesên ku bi avayên nîvdem yan demkî harîkariya Ajansê dikin.

C: Ew kesên ku pêka hilkevta cuxrafiyayî dikarin bi avayê hizûrî û fîzîkî harîkariya Ajansê bikin. Lêjneya birêveberiya ajansê di warê wan zaniyariyan we mijolî karê berdewam e.