Roja Duşemê, 18ê Xezelwera 1405an a Rojî, «Zekeriya Badisar», welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê, piştî bangkirina wî bo taya cîbicîkirina biryarên cezayên sûcdarî yên Dadseriya Giştî û Şoreşa vê navçeyê, ji bo cîbicîkirina cezayê 4 mehên girtîgehê hate binçavkirin û bo girtîgeha Bokanê hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyekî agahdar ji Kurdpa re, ev ciwanê Kurd di meha Rezbera 1405an a Rojî de ji aliyê Dadgeha Şoreşa Bokanê ve bi tohmeta «propagandaya li dijî hikûmetê» bi 4 meh girtîgeha te’zîrî hatibû cezairin.

Sibeya roja Şemiyê, 24ê Gelawêşa 1405an a Rojî, hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtîlaata Bokanê, bi danasîna xwe wek karmendên Îdareya Gazê, ketin mala Badisar. Piştî ku hêzên ewlehiyê fêm kirin «Zekeriya Badisar» li malê nîne, bavê wî, «Îsmaîl Badisar», li şûna wî binçav kirin.

Piştî vê kiryarê, ji malbatê re hate ragihandin ku heta Zekeriya xwe nede Îdareya Îtîlaatê, Îsmaîl nayê berdan. Di domê de, piştî nîvro ya heman rojê, «Zekeriya Badisar» xwe radestî Îdareya Îtîlaata Bokanê kir û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Piştî binçavkirina Zekeriya, «Îsmaîl Badisar» jî piştî çend demjmêran hate berdan.

Ev ciwanê Kurd piştî 20 rojan binçavkirin û lêpirsînê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan.