30ê Xezelwera 1405an a Rojî; «Heyder Melayî», ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Mormorî, girêdayî navçeya Avdanan a girêdary parêzgeha Îlamê, roja Înê 29ê Xezelwera 1405an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, bi awayekî bereday hat binçavkirin û ber bi cihêkî nediyar ve hat veguhestin. Heta niha tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina wî tune ye û mafê destpêragihîştina wî bi parêzer, hevdîtin û têkiliyê bi riya telefonê bi malbata xwe re jê hatiye qedexekirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina vî welatiyê Kurd tune ye û hêzên ewlehiyê jî di vê derheqê de tu ravekirinekê pêşkêş nekiriye.
Ji aliyekî din ve, êvara roja Înê 29ê Xezelwera 1405an a Rojî, hejmarek ji welatiyên bajarê Mormorî, ji bo piştgiriya gelê Avdanan û xwepêşandanên protestoyî yên wan, li yek ji kolanên vî bajarî dest bi kombûneke protestoyî kirin.
Ev kombûn di protestoya li dijî qilibîna otobûsa Petrokîmyayê ya ku bi mirina 13 welatiyên xelkê Avdananê encam girt, pêk hatin. Di çarçoveya xwepêşandanên girêdayî vê bûyerê de, heta niha 8 kes hatine binçavkirin. Di vîdyoyên ku ji vê kombûnê li ser torên civakî hatine weşandin de, dirûşma «Mirin ji bo dîktator» ji aliyê xwepêşanderan ve tê bihîstin.





