8ê Xezelwera 1405an a Rojî, «Mihemedreza Tirkcoş», ciwanekî temen 30 salî yê Kurd, xelkê bajarê Melekşahî yê girêdayî parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihêkî nediyar hate veguhastin. Ew karker û berpirsiyarê debara malbata xwe ye. Dayika wî ya temenmezin piştî binçavkirina kurê xwe derbeya mejî lê ketiye û niha di beşa lênêrîna taybet de tê dermankirin.
Li gorî gotina çavkaniyekî agahdar ji bo Kurdpa; sibeya roja Pêncşemê, 7ê Xezelwera 1405an a Rojî, hêzên ewlehiyê bi êrîşkirina ser mala «Mihemedreza Tirkcoş», bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê ev binçavkirin û bo cihêkî nediyar veguhastin.
Ev çavkanî herwiha ragihand ku dayika temenmezin a «Mihemedreza Tirkcoş» ji ber berdewamiya binçavkirina kurê xwe derbeya mejî lê ketiye û niha di beşa lênêrîna taybet de ye.
Mihemedreza Tirkcoş bi karkeriyê debara xwe dike û berpirsiyariya malbatê li ser milên wî digire. Li gorî gotina vê çavkaniyê, dê û bavê wî temenmezin û nexweş in û Mihemedreza, ji bilî lênêrîna wan û dabînkirina pêdiviyên wan, berpirsiyariya lênêrîna xwişkên xwe jî li ser milên xwe girtiye. Bi binçavkirina wî re, malbata wî bê kesê berpirsiyar û piştgir maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sebebên binçavkirina vî ciwanê Kurd nehatiye eşkerekirin û hêzên ewlehiyê jî di derbarê vê mijarê de tu ravekirinek pêşkêş nekirine. Ew ji dema binçavkirinê ve ji mafê destpêragihîştina parêzer, hevdîtina bi malbata xwe re û têkilîdanîna bi wan re bêpar hatiye hiştin.





