20ê Xezelwera 1405an a Rojî «Bêhrûz Seîdî», ciwanekî temen 35 salî yê Kurd ê xelkê bajarê Tikabê, ku di mehên dawî de bi awayekî bereday hatibû binçavkirin û paşê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan, ji aliyê Dadgeha Şoreşa Tikabê ve bi tohmeta «propagandaya li dijî hikûmetê» bi rêya «hevkarîkirin bi dewletên dijber re», bi 5 sal, 6 meh û 1 rojek giryîgeha te’zîrî hat cezakirin.
Çavkaniyekî agahdar bi piştrastkirina vê nûçeyê ji Kurdpa re got ku «Bêhrêz Seîdî», kurê Ehmed, roja Çarşemê, 20ê Xezelwera 1405an a Rojî, biryara ku ji aliyê yek ji tayên Dadgeha Şoreşa Tikabê ve li derheq wî de hatibû dayîn, wergirtiye. Li gorî vê biryarê, ew bi tohmeta «propagandaya li dijî hikûmetê» bi rêya «hevkarîkirin bi dewletên dijber re», bi 5 sal, 6 meh û 1 rojek girtîgeha te’zîrî hat cezakirin.
«Bêhrûz Seîdî» ku hunermendê tatooyê ye û xwediyê butîkekê ye, di dawiya demsala Biharê ya sala 1405an de, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û zêdetirî 20 rojan di girtîgeha Îdareya Îtîlaata Tikabê de ma. Di dawiyê de, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan. Seîdî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer, hevdîtina bi malbatê û têkiliya telefonî bi wan re bêpar mabû.
Binçavkirina «Bêhrûz Seîdî» berê di medyayê de nehatibû ragihandin û nûçeya binçavkirin û tohmeybarkirina wî ji bo cara yekem tê weşandin.
Li gorî gotina çavkaniya agahdar a Kurdpa, saziyên ewlehiyê di dema binçavkirina wî ya bereday û bê destûra yasay de, telefona wî ya desta desteser kiribûn û ev biryar tenê li ser bingeha çend danûstandinên nivîskî û nêrînên kesane yên wî hatiye dayîn.





