Roja Çarşemê, 6ê Xezelwera 1405an a Rojî, Metîn Feramerzî, çalakvanê çandî yê Kurd ê xelkê Mehabadê, ji bo cîbicîkirina cezayê 6 mehî yê girtîgehê hate binçavkirin û veguhast bo girtîgeha vî bajarî.
Li gorî gotina çavkaniyekî agahdar, ev çalakvanê çandî piştî gazîkirina wî bo taya cîbicîkirina biryarên dadgehê ya Dadistana Giştî û Şoreşê ya Mehabadê hate binçavkirin û ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê hate veguhastin bo girtîgeha Mehabadê.
Ev welatiyê Kurd berê ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşa Mehabadê ve bi tohmeta «propagandaya li dijî hikûmetê» bi 6 meh ceza girtîgeha teʿzîrî hatibû cezakirin.
Roja Çarşemê, 17ê Pûşpera 1405an a Rojî, ev welatiyê Kurd bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê û bi karanîna tundûtûjiyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li parka «Şêx Şeltût» a Mehabadê hatibû binçavkirin. Ew piştî qedandina qonaxên lêpirsînê, bi danîna barimteyê hatibû berdan.
Ev çalakvanê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê detpêragihîştin bi parêzer û hevdîtina bi endamên malbata xwe re bêpar mabû.





