Roja Çarşemî 4ê Xermanana 1405an a Rojî, hêzên ewlehiyê yên Îtlaata Spaha Pasdaran(IRGC) avêtin ser mala Perî Samanî û Roya Samanî, du xwişkên Kurd ên xelkê bajarê Mahabadê, û piştî lêgerîna malê, wan amûrên wan ên elektronîkî desteser kirin û ji wan standin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, telefona desta û laptopa Roya Samanî û telefona desta ya Perî Samanî dest bi ser de girtin.
Çavkaniya agahdar zêde kir: Her du xwişk roja Şemiyê, 7 Xetmanana 1405an a Rojî, ji bo Beşa Îtlaata Spaha Pasdaran(IRGC) li Mahabadê hatine gazîkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derheq sebeba gazîkirinê û tohmetên li dijî her du xwişkên Kurd de ti agahî tune ye.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Mahabad; Hêzên Ewlehiyê Amûrên Elektronîkî yên Parî Samanî û Roya Samanî dest bi ser de girtin





