7ê Xermana 1405an a Rojî Pênc welatiyên Kurd yên xelkê gundê "Serdoş" a girêday bajarê Merîwanê, bi navên "Azad Newrozî", "Zanyar Tavan", "Poya Kakemihemedî", "Zanyar Qadirî" û "Şîrzad Ebdî", piştî serdegirtineke hêzên ewlehiyê an çend wesayîtan li ser vî gundî bi awayekî bereday hatin binçavkirim û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û got: Îro sibê, Şemî 7ê Xermanana 14:05an a Rojî derdora deçjmêr 5:00ê sibê, hêzên ewlehiyê bi çend wesayîtên ku hêzên leşkerî hildigirtin êrîşî gundê "Serdoş" a girêday bajarê Merîwanê kirin û ev pênc welatiyan bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî binçavkirin û ew veguheztin cihekî nediyar.

Li gorî vê çavkaniyê, hêzên ewlehiyê ev pênç welatî bi hinceta "debara xwe li deverên nêzîkî sînor dikin" binçavkirin e.

Lêbelê, hêzên ewlehiyê hîn jî li derheq sebeba binçavkirina van welatiyan ravekirinek nedaye û tu tohmetên taybetî li dijî wan nehatine ragihandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq cih û rewşa van pênc welatiyan tune ye.