12ê Xermanana, 1405an a Rojî; Di çend rojên borî de, du welatiyên Kurd ên bi navê "Omîd Çavbaz" û "Hadî Bayezîdî" ku bi bê hincent hatibûn binçavkirin, piştî 20 rojan her yek bi danîna barimteya 4 milyar Tîmanî bi awayek demkî hatin berdan. Ji 9 welatiyên Bokan ên ku di meha Gelawêjê de hatin binçavkirin, 7ên din hîn jî di bin çavdêriyê de ne.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re, roja Sêşemê 10ê Xermanana, 1405an a Rojî, "Omîd Çavbaz", welatiyekî Kurd ê xelkê gundê "Hacîlek" a girêdayî bajarê Bokanê, û "Hadî Bayezîdî", welatiyekî Kurd ê temen 22 salî û çalakvanekî sivîl ê xelkê Bokanê, piştî 20 rojan ragirtina bê hincet, her yek bi danîna barimteya 4 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî hatin berdan.
Li gorî vê çavkaniya agahdar, piştî binçavkirina van kesan, di nav 24 demjmêrên pêşîn de ji bo yek ji Navendên Ragirtina Ewlehiya Îtlaatê yên Urmiyê hatibûn veguhastin, û dû re di 9ê Xermanana, 14:05an a Rojî de, piştî 19 rojan ragirtin û lêpirsînê di hucreyên takekesî yên vê navenda ragirtina ewlehiyê de, ew ji bo beşa karantîna ya Girtîgeha Bokanê hatibûn veguhastin, û di 10ê Xermanana, 1405an a Rojî de, her yek piştî danîna barimteya 4 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî hatin berdan.
Kurdpa berê ragihandibû ku sibeha roja Pêncşemê 22ê Gelawêja 1405an aRojî, demjmêr 2:00ê sibê, "Omîd Çavbaz", welatiyekî Kurd ê xelkê gundê "Hacîlek" a girêdayî bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadgehê hatibû binçavkirin û birine cihekî nediyar. Her wiha, di heman sibê de, "Hadî Bayezîdî", welatiyekî Kurd û çalakvanekî sivîl ê xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di serdegirtina mala wî de bêyî belgeya dadgehê hatibû binçavkirin û birine cihekî nediyar. Di vê binçavkirina beredayî de, hêzên ewlehiyê gelek tiştên ji malê wêran kirin û bêyî biryara dadgehê tiştên şexsî yên Bayezîdî, di nav de laptop û telefona wî ya desta, û her wiha otomobîla wî, desteser kirin û birin.
Kurdpa di rapora xwe ya mehane ya Gelawêja 1405an a Rojî de weşandibû ku di nav heft rojan de 9 welatiyên Kurd li Bokanê hatibûne binçavkirin. Navên van welatiyan "Omîd Çavbaz", "Sidîq Kerîmî", "Hadî Bayezîdî", "Pêşewa Çemenî", "Îsmaîl Badsar", "Zekeriya Badsar", "Hêmin Menîje", "Hisên Yûsifî" û "Hisênn Yûnêsî" bûn.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina van welatiyên Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Bokan; Omîd Çavbaz û Hadî Bayezîdî piştî 20 rojan binçavkirina bereday bi danîna barimteya 4 milyar Tûmanî hatin berdan





