Mehabad; Di rojekê de 11 welatiyên Kurd bi awayek bereday hatin binçavkirin

20:21 - 17 Kanûna pêşîn 2024

Di rojekê de li bajarê Mehabadê 11 welatiyên Kurd bi navên “Osman naskirî bi (Şiwane) Cehanîfer”, “Eyûb Resûlî”, “Rêbiwar Resûlî”, “Siyamend Seydehmedî”, “Qadir Xeramanfer”, “Kemal Mesûdî”, “Celal Sedefî” , "Yûsif Qal", "Aram Mebzule", "Rehman Dana" û "Zanyar Seydehmedî" bi awayeke beeday ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û piştî debasbûna du rojan li ser binçavkirin û cihê ragirtina wan de tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Li gor çavkaniya agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Sibeha roja Yekşemî 25’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, bi giştî 11 welatiyên Kurd bi navên “Osman naskirî bi (Şiwane) Cehanîfer”, “Eyûb Resûlî”, “Rêbiwar Resûlî”, “Siyamend Seydehmedî”, “Qadir Xiramanfer”, “Kemal Mesûdî” "Celal Sedefî", "Yûsif Qal", "Aram Mebzule", "Rehman Dana" û "Zanyar Seyedehmedî" li Mehabadê, hêzên bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin avêtin ser malên wan û lêgerîn kirin  û ev binçav kirin e. 
 
Li gorî agahiyên ku li Kurdpaye hatine bidestxstin; Ev kes ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatine veguhastin û her di vê pêwendiyê de “Siyamend Seydehmedî” xelkê gundê “Biram” a ser bi Mehabadê piştî çend demjimêran ji binçavkirinê hat azadkirin. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van welatiyên girtî de tine.