Sibeha roja Pêncşemî 8’ê Sermawza 1403’an a Rojî, du girtiyên bi navên “Mihemed Elî Derke” temen 54 salî û “Siyaweş Yarî” temen 67 salî ji xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Erdekan a bajarê Yezdê hatin îdamkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her du girtî 3 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibûn cezakirin. 

Heta niha nûçeya îdamkirina van du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.