Sibeha roja Yekşemî 25’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Selah Rehîmî” xelkê gundê “Melikşan”a Sine, li girtîgeha Yezdê hate îdamkirin. 

Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, roja Înê 23’ê Sermawez a 1403’an a Rojî, bo odeya takekesî ya girtîgeha Yezdê hatibû veguhastin. 

Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 

Selah Rehîmî 39 salî bû, zewicî ye û sê zarokên wî hene. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.