Cezayê îdamê yê Hatem Ozdemîr li Dadgeha Bilind hat erêkirin

19:34 - 18 Îlon 2024

Di rojên derbasbûyî de cezayê îdamê yê girtiyê siyasî yê kurd ê Tirkiyê Hatem Ozdemîr ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
Di meha Gulana sala 1403’an de, ev girtiyê siyasî bi tawana “Moharebe” ji aliyê liqê sêyem yê dadgeha Şoreşa Urmiyê bi serperestiya dadwer “Necefzade” bi darvekirinê hate mehkûmkirin. 
 
Rûniştina dadgehîkirina vî girtiyê siyasî roja 4ê Gulana 1403an li şaxa sêyem a dadgeha inqilaba bajarê Urmiyê birêve çû û roja yekşemî 30ê Banemera 1403an a Rojî, ev ceza bi fermî li girtîgeha Urmiyê de bi ser wî de hat dayîn. 
 
Roja 8’ê Rêbendana sala 1401’an a Rojî, cezayê îdamê yê Hatem Ozdemîr ji aliyê taya 9 a dadgeha bilind bi serokatiya “Qasim Mîznanî” hat betalkirin û dosyaya wî ji bo lêkolîna nû bo taya hevkof a dadgeha şoreşa Urmiyê hat şandin. 
 
Hatem Ozdemîr kurê Ebdulrehman di 18ê Reşemeya 1400an a Rojî de ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Xoyê ve bi îdiaya "bexî" û bi îdiaya "endamtiya P.K.K"ê bi 5 sal girtîgehê hat cezakirin.  Di 4ê Reşemeya 1400’an bi fermî li girtîgeha Urmiyê de bi vî welatiyê Kurd ê Tirkiyê hatiye ragihandin. 
 
Rûniştina dawî ya li ser tohmetên Hatem Ozdemîr di dawiya Havîna sala 1400’an a Rojî de li taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Xoyê hat lidarxistin. 
 
Hatem Ozdemîr  11.07.1398an a Rojî piştî şer û pevçûneke çekdarî di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Spaha Hemze ya ser bi Spah Pasdaran li navçeyên sînorî yên Çaldiran hatibû binçavkirin. 
 
Di vê şerê çekdarî de ji ber lêdana guleya hawanê ji ser hişê xwe çûbû û piştî ku hatibû binçavkirin, birin girtîgeha  Îtlaata Spaha Pasdaran. 
 
Ev welatiyê Tirkiyê di dawiya Gelawêja 1398an a Rojî de piştî du mehan lêpirsînê li girtîgeha îtlaata bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.