Roja Sêşemî 27ê Xermanana 1403an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Selah Fethî” xelkê gundê “Qele Rêyhan” û rûniştiyê gundê “Reşîd ava” û “Manî Mihemedî” xelkê gundê “Turizxatûn” a ser bi bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlekariyê hatin binçavkirin û birin cihekî ne diyar. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, binçavkirina van her du welatiyan bêyî belgeya dadwerî hatiye encamdan. 

Her wiha roja Duşemî 26ê Xermanana 1403an a Rojî du welatiyên din bi navên “Amanc Ehmedî” û “Pûya (paşnavê nehatiye zanîn)” xelkê gundê “Reşîd ava” ya ser bi  heman bajarî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bê nîşandana belgeya dadwerî hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq sebeba binçavkirin û tohmetê van 4 welatiyan tine.