3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li ser endamê Encumena Navendî ya Yekgirtûya Kurd Yûsif Hacî Xwiş de hat sepandin

09:45 - 24 Hezîran 2024

Yûsif Hacî Xwiş, endamê encûmena navendî û desteya kargêrî ya Eniya Yekgirtû ya Kurd, xelkê gundê “Kohnê Qela” ya ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî bi serokatiya Dadger "Ensarî" 3 sal û 4 meh heps hat cezakirin 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev endamê Encûmena Navendî ya Eniya Yekgirtû ya Kurd bi “hevkarî û peywendiya ligel yek ji partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kiriye. 
 
Roja Pêncşemî 10’ê Cozerdana  1403’an a Rojî, Yûsif Hacî Xwiş piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 
 
Sibeha roja Pêncşemî 13’ê Banemera 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê ev endamê Encumena Navendî ya Eniya Yekgirtû ya Kurd bêyî nîşandana belgeya dadgehê  di mala wî de binçav kirin. 
 
Ev endamê Encumena Navendî ya Eniya Yekgirtû ya Kurd ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bidawîhatina lêpirsînê, bo girtîgeha Şinoyê veguhastin.