Çalakvanê kedkariyê yê bajarê Kamiyaranê Murteza Saîdî bi tohmeta “lidarxistina koman bi armanca têkbirina ewlehiya welat” ji aliyê taya duyemîn a Dadgeha Şoreş a Şehryar a bi serokatiya dadwer Behram Penahî ve, 2 sal cezayê girtîgehê li ser hat sepandin.
Ev ceza, roja Şemiyê 2’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, bi fermî ji vî çalakvanê kedkariyê re hatiye ragihandin.
Biryara der heqê vî çalakvanê kedkariyê de hatiye dayîn û divê di nava 20 rojan de ji roja ragihandinê derfet heye ku li dadgeha lêkolîn û pêdaçûnê ya parêzgeha Tehranê nerazîbûna xwe nîşan bide.
Roja Çarşemî 6ê Banemera 1402an a Rojî, civîna tohmetên Murteza Seîdî bi parêzerê wî re li taya duyem a dadgeha Şoreş a Şehryar birêve çû.
Seîdî roja Duşemî 19’ê Banemera 1401’an a Rojî, bi danîna barimteyê heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Êvînê hatiye azadkirin.
Murteza Seîdî roja Înê 26’ê Xakelêweya a 1401’an a Rojî, tevî çend çalakvanên din ên kedkariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.





