Roja Çarşemî 30’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Aram Ostadî” xelkê bajarê Şahindijê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirine. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Şopandinên malbata Ostadî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye. 

Heya dema weşandina vê nûçeyê, derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Aram Ostadî de ti agahî nehatin bidestxistin.