Sibeha roja Çarşemî 15’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Ferec Ersen” xelkê bajarê Malikşahî ya Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 9 sibeha roja Çarşemê, hêzên ewlekarî bêyî biryara dadgehê bi ser mala vî welatî de girtin û ew binçav kirin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han bi sedema beşdariya çalak di merasima sersala nû li Îlamê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha zêde kir jî: Heta niha şopandina malbata vî welatiyê Kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq çarenivîs û rewşa Ferec Ersen de ti zanyariyên serrast berdest nînin.