Roja Yekşemî 12’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Muhsên Resûlzade” xelkê Bûkanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtine ser mala vî welatiyê temen 39 salî û binçav kirine. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê li mala Resûlzade jî lêgerîn kirine. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha şopandinên malbata vî welatiyê Kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 

Muhsên Resûlzade jî di 11ê Serbaweza sala 1401an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina piroseya lêpirsînê, bi danîna barimtê hatibû berdan. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Muhsên Resûlzade de nîne.