Roja Çarşemî 15’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Kamran Badbrot, welatiyê bajarê Malikşahî yê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirine. 

Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Kamran Badbrot bi sedema beşdariya çalak di merasima Newroza Malikşahî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha şopandinên malbata vî welatiyê Kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 

Kamran Badbrot zewicî ye û zarokek wî heye. 

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewş û çarenivîsa vî welatiyê Kurd de li ber dest nine.