Welatiyekî xelk bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

Roja Şemî 26`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Yasir Mengurî”, xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçav kirine.

Heya niha lipeyketinên malbata “Yasir Mengurî” bo agehdar bûn ji qedera navbirî bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.