Qedera çalakbvanekî medenî piştî 50 roj binçavkirin hêşta nexuya ye

18:27 - 16 Tebax 2020

Qedera “Efşîn Şêyxîslamî”, çalakvanê medenê ê Kurd xelkê bajarê Sineyê, piştî 50 roj derbasbûn bi ser binçavkirina wî di girtîgeha îdareya îtila`at a wî bajarê de, nexuyaye.

Ew çalakvanê ,medenî di heyama binçavkirina xwe de, çend caran peywendiya telefonî digel malbata xwe girtiye û heya niha hêzên ewlehî sedema binçavkirina navbirî ranegihandine.

Rêkevta 10`ê Gelawêjê, biryara binçavkirina wî çalakvanê medenî ji aliyê taya 2 a lêkolîn a dadseraya bajarê Sineyê, hate dirêjkirin.

 “Efşîn Şêyxîslamî”, roja Yekşemî 28`ê Befranbar a sala 1397`an di bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavkirin û piştî mehek ji binçavkirina wî, bi danîna barimteya 500`e milyon tumenî hatibû serbestkirin.

Roja 28`ê Reşemeya sala 1398`an, ew çalakvanê medenî di dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi tohmeta “piropogende dijî nizam” 91 roj hepsa te`izîrî bi hisab kirina roja binçavkirina berê bi serde hate sepandin û heyamê  mana hepsa wî çalakvanê medenî digel Çar çalakvanên din di wê dosiyê de bi sedema bilavbûna vîrosa Koronayê hatibû bexşîn.

Di heyamê du salên derbas bûyî de, ew çalakvanê medenî ê rûniştiyê welatê Amrîkayê bi sedema sepandina cezeya “Memnu`i Elxiruc”yê ve ji aliyê taya 2 a lêkolîn a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, nekarî vegere bo cihê mana xwe di welatê Amrîkayê.