Malbata qurbaniyên Şirnexê daxwzkarê avakirina monomontekê ne
12:53 - 12 Şibat 2012
Malbatên goriyên bûyera Şirnexê daxwaza avakirina monomênteke ji bo rêzgirtina ji qurbaniyên Roboskiyê ji Mesud Barzanî kirine.
Malbatên wan 35 hemwelatiyên ku li 8’ê Befranbarê li encama êrîşa balafirên şerî ên erteşa Turkiyê de canî xwe ji dest dane, daxwaz ji serokê herêma Kurdistanê kirine ku ji aliyê hikumetê ve monomêntek ji bo qurbaiyên gundê Roboskiyê bê saz kirin û li ser gora wan qurbaniyan li gundê Roboskiyê danê.
Her di vê derheqê de BDP’ê şikayetek bi armanca li dûreçûna dosyeya kuştina bi kom ya hemwelatiyên Şirnaxê pêşkêşî dageha navdewletiya tawanan li Holendê kiriye.
Ji aliyek din ve Selahedîn Demîrtaş berpirsyarê BDP’ê, serokwezîrê Turkiyê wek berpirsyarê sereke ê kuştina hemwelatiyên Kurd ên Şirnaxê tawanbar kiriye.
Demîrtaş eşkere jî kir ku heya niha zêdetir ji mehekê bi ser vê karesatê re derbas bûye, lê hikumeta Turkiyê ji dana zanyariyên dirust derbarê çawaniya bûyerê kêmtir xemiyê dike.