Komek Ji Girtiyên Bajarê Urmiyê Hêj Nehatine Azadkirin

12:21 - 10 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Nêzîk bi 20 kes ji welatiyên Kurd ku roja 02.01.2012-an bo diyarkirina nerazîbûna xwe derheq kuştina welatiyên Kurd li Şirnaxê ji aliyê Tirkiyê, li hember balyozxaneya wî welatî li Urmiyê dest dabûn xwenîşandanê û piştre hatibûn destbiserkirin, hêj li girtîgeha Îtilaatê ne û nehatine azadkirin.

Nûçegihanê Ajansa Kurdpa li Urmiyê bi dana vê zaniyarê zêde kir: \"Piraniya girtiyan xwendekarên kurd in ku dema girtinê ji aliyê hêzên Îranê serbarê ku tên kutan, dikevin ber ber bêhurmetiyan jî.

Piştî vê bûyerê derdora balyozxaneya Tirkiyê bi tewahî hatiye ewlehîkirin