Kolberekî Serdeşî li sînorê “Çoman” a Baneyê hayte birîndarkiirn

13:06 - 30 Gulan 2020

Roja Înê 10` Cozerdan, hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê “Çoman” a Banê rastî boseya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encama teqeya hêzên leşkerî de kolberekî Kurd ê bi navê “Elî Xidirzad” ê xelkê gundê Kolkereş a Serê” a girêdayê bajarê Serdeştê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd li sînorê Bane dane ber gulleyan.

“Elî Xidirzade”, niha ji bo tedawiya pizîşkî bo navenda darmanî hatiye veguhastin û li jêr çavdêriya pizîşkî de ye.

Roja Pêncşemî 8`ê Cozerdan, hejmarek ji kolberên Kurd li nêzî gundê “Kerkuş” a ser bi bexşa “Sefayiye” ya bajarê Xoyê, rastî hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encama gulereşandina rasterast a hêzên hikûmetî de, du kolber ên bi navên “Muhsên Derwîşzade û Îbrahîm Curdîzec” canê xwe ji dest dan.