Kedkarên işkevta “Qurî Qela”yê 7 meh e ku heqdestên xwe vernegirtine

18:20 - 4 Tebax 2021

Kedkarên işkevta geştiyarî ya “Qurî Qela” ya ser bi bajarê Rewanserê, 7 meh e ku ji aliyê şaredariya wî bajarî ve mûçeyê wan nehatiye dan.

Çavkaniyên xwecihî yên bajarê Rewanserê bas ji vê yekê dikin ku 10 meh e heqdestên kedkarên işkevta “Qurî Qela” ya wî bajarî nedane û di wan 10 mehan de, bi tenê pereyê 3 mehan bi wan re hatiye dan.

Nedana mûçeyên kedkarên wê işkevta geştiyarî di halekê de ye ku tevî bilindbûna nirxên kelûpelan, ew kedkarane rastî pirsgirêkên aborî û malî hatine.

Işkevta “Qurî Qela” mezintirîn işkevta avî ya Rojhilata navîn e ku derbasbûya wê vedigere bo 65 milyon sal berî niha û ew işkevt di 25 kîlomêtriya bajarê Rewanserê de ye.