Kasibkarekî Kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên leşkerî ve canê xwe ji dest da

16:41 - 15 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve canê xwe ji dest da.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 24`ê Befranbarê, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Elî Nadirî” kurê Mîrhesen, rûniştiyê şareka “Mêhdiye” ya bajarê Kirmaşanê, bi teqa hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê di sêrêya “Qazançî” di navbera bajarê Kirmaşan, Kamyaran û Rewanserê, bi bê agehdar kirina berê teqe li maşîna wê kasibkarê Kurd kirine.

Hêzên leşkerî, bi şika helgirtina tiştên qaçax teqe ji wî kasibkarê Kurd kirine.