Hukmê siza dana endamên şoraya şarê Rewanser pûç bû

18:34 - 6 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: endamên şoraya şarê Rewanser( qonaxa 4im) ku bi sizaya nextî û hews kirê mehkûm bibûn, ji tawanên xwe xilas bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; dadgeha pêdeçona parêzgeha Kirmanşan, hukmê hews kirin û sizaya dirafinî ya 5 endamên şoraya şarê Rewanser, pûç kir.

Ew şorane ji aliyê şaxa 101a dadgeha sizaya Rewanser bi tawana qorix kirina zevî, li şareka Wêys de hukum dabûn.

Midê 2 sal pêş nihade, endamên şoraya şarê Rewanser, bi tawana dana çend qet zevî, bayê 1,000,000,000 tûmen, bi xizm û kesên nêzî xwe, hatibûn girtin.

Mohemmed Elî Şeh Sewarî, Firêydûn Lotfî, Elî Eşref Mozefferî, Enver Mohemmedî û Cehanşah Ehmedî, 5 endamên şoraya islamiya şarê Rewanser bûn ku ji aliyê dezgeha dadweriya Rewanser, her yek bi, 2 sal hews, 74 derbên qamçû û 15,000,000 tûmen siza mehkûm kiribûn.

Bi biryara fermandarê şarê Rewanser, heta bi rê çona hilbijartina qonaxa 4ima şorayan ku li roja 24ê Cozerdanê de bi rê çobû, fermandarî û pşaredariya Rewanser, bi forma hevpişk, karên şorayên şar cîbicî dikirin.

Bi dû weşandina nûça diziya şorayên şarê Rewanser, fermandariya vî şarî li biryara xwede jî ragihandibû ku: hejmarik ji endamên şoraya şar ku dest li qorix kirina zeviyê de hebûn, nabe herin ser karên xwe.