Girtîyek Siyasî ê Kurd bi Muharib”Kafir”tê nasandin

14:06 - 5 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Seqizê di zîndana Recaî Şehar a bajarê Kerecê ji aliyê Serdozgeriya giştî a bajarê Teheranê sûça “Şer tewî Xwedê” hat tawanbar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa nûçegihaniya Kurdpa,Namiq Mehmûdî ê temen 72’salî û xelkê gundê “Îranşa”a ser bi bajarê Seqizê ji aliyê Serdozgeriya bajarê Tehranê bi sûçê “ragirtina Tifeng û teqemeniyan”bi “Miharib”hat nasandin.

Çavkaniyek haydar li zîndana Recaî Şehr a bajarê Kerecê bi Ajansa Kurdpa ragehand:ew girtiyê Kurd piştî 11’rojan eşkence û ragirtin li jûra takekesî a girtîgehê,pê hatiye ragehandin ku li pêşerojê de bi tawana “Şer tewî Xwedî”tê dadgehî kirin.

Çavkaniyê eşkere kir,Namiq Mehmûdî seva lêdan û eşkenceya zûr a hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê,çavên vî tûşî azarê bûne û egera vê yekê heye kor bibe.

Namiq Mehmûdî di berwar 1’ê Adara 2011’an li gel 3’ê kurên xwe bi navên “Menûçêhr,Bêhnam û Bêhzad”û kesek din bi nave “Osman Qadirî”ji aliyê hêzên Îttlatî ên bajarê Seqizê li gundê Îranşa hatin girtin.