Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:20 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Sibêdeha roja Yekşemî 14`ê Sermawezê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Se`idî Minberî” 26 salî kurê “Osman” û “Siyamek Areng” 26 salî kurê “Yedullah” xelkê gundê “Niyer”ê ser bi bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan du welatiyan de mala wan vekolîne.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.

Di wê derheqê de, sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, çar welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Minberî” kurê Husêyn, “Zaniyar Minberî”, kurê Emanullah, “Seyvan Minberî” kurê Hişmet û “Mîlad Minberî” kurê Mihemed xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.