Du hepsiyên siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê bo cihekî nexuya hatine veguhastin

18:39 - 4 Tebax 2020

Roja Sêşemî 14`ê Gelawêj, “Îbrahîm Xelîl Sidîqî Hemedanî” û kurê wî ê bi navê “Salar Xelîl Sidîqî Hemedanî” du hepsiyên siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê li benda “Ravêj” a wî girtîgehê bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Ew du hepsiyên siyasî roja Duşemî 13`ê Gelawêjê ji derheq nerizayetiya rewşa xirab a girtîgehê di benda “Rewan dermanî” bo benda “Ravêj”ê hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Ew du hepsiyên siyasî çend caran ji derheq nerizayetiya rewşa xirab a girtîgehê dest avêtine nerizayetiyê û herwisa carekê jî bo veguhastin bo benda hepsiyên siyasî dest avêtibûn bi girevgirtinê.

“Îbrahîm Xelîl Sidîqî Hemedanî” û du zarokên wê yên bi navên “Salar û Meryem Xelîl Sidîqî Hemedanî” di rêketa 4`ê Reşemeya sala 1397`an di bajarê Urmiyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştî du mehan lêkolîn di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê de bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatibûne veguhastin.

“Meryem Xelîl Sidîqî Hemedanî” di rêkevta 5`ê Banemer a sala 1398`an bi danîna barimteya 250 milyon tumenî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

27`ê Xermanan a sala 1398`an, “Îbrahîm û Salar Xelîl Sidîqî Hemedanî” di taya du a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de hatine mihakimekirin û bi tohmeta “endambûn digel saziya Mucahidînê Xelq” her yek ji wan bi 15 sal hepsa te`izîrî û bi tohmeta “piropagende dijî nizam”ê bi yek sal hepsa te`izîrî hatibûne cezadan. Ew du hepsiyê siyasî piştre ji aliyê taya 3 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi tohmeta “girtina fîlm ji navendên leşkerî” her yek ji wan bi sê sal heps hatibûne cezadan.

Cezaya ku bi ser wan du hepsiyên siyasî de hatibû sepandin bi piştgirêdan bi madeya 134 a yasaya cezayên îslamî, bo her yek ji wan 15 sal tê cîbicîkirin.