Ciwanekî xelkê bajarê Bokanê hate binçavkirin

18:42 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2020

Êvareya roja Yekşemî 5`ê Tîrmeha 2020 an, ciwanekî xelkê bajarê Bokan yê bi navê “Îbrahîm Rehmanî” kurê “Ezîz” xelkê gundê “Ebasava” a ser bi wî bajarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala bavê wî welatiyê Kurd û di dema binçavkirinê de, ew ciwanê Kurd dane îşkenceyê.

Ew welatiye piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin û ji qedera wî ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Heyamek berya niha, “Îbrahîm Rehmanî” ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştre hate serbestkirin.

Heya dema bilav bûna wî nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.