Çalakvanekî Kedkarî hate desteserkirin

17:45 - 14 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê di bajarê “Sinê” de, çalakvanekî kedkarî desteser kirin û bo cihek nexûya veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 22`ê Xermanan, çalakvanekî kedkarî ê bi navê “Nebez (Kawe) Kiyanpûr” yê xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ser bi Îtila`ata wî bajarî ve hate desteserkirinê û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî a dadgehê ew çalakvanê kedkarî bin çav kirine, û ji sebeba desteserkirina navbirî tu zaniyariye ji ber dest nîne.

Ji aliyekî din ve, roja Pêncşemî, 21`ê Xermanan, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Ferhad Nûrî, Perwîz Nûrî, Sefer Nûrî û Elî Ezîzî”, ên xelkê gundê “Enbê” a ser bi devera “Tirgewer” a bjarê Urmiyê, piştî 27 rojan ji desteserkirina wan di girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran de, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibûne veguhastinê.

Ev 4 welatiyên Kurd, li rojên dawiya meha Gelawêja îsal, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdan ên dijî hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên itila`atê ve hatibûne desteserkirinê.