Bi roj 2 kes li welatê Îranê bi çeka sar tên kuştin

13:29 - 27 Gulan 2013
Ajansa kurdpa : li midê 12 heyvên borî de 799 hevwelatiyê Îranî bi sedema derb lêketina çekên sar canê xwe ji dest dane.

Rêxirava pizişkê qanûnî li raportik de ragihandiye: li midê 12 heyvên borî de gelemper 799 kes bi çekên sar hatine kuştin ku ji wan 172 kes jin bûne.
Statîstîka mirina hevwelatiyan bi çekên sar li midê salên 1389 û 1390an de 876 kes hatiye ragihandin û bi wê gorekê berewirdê tev sala borî de %8 kêm bûn li xwe dîtiye.

Tehran, Xurasan a rezewî, Fars li rêza yêkemîn parêzgehan dene ku hevwelatî bi ketina ber derbên çekên sar tên kuştin.

Her li wê barê de nûçe gihaniya ISNA weşandiye : li midê 31 rojên heyva Cozerdana sala 1391a rojî de 85 kes bi çekên sar hatine kuştin.

Her wisa û gorekî statîstîkên fermî li nawbenda salên 80-89 a rojî gelemper 11,119 kes bi lêketina derbên çekên sar canê xwe ji dest dane.

Ji aliyek din, polîsên Îran ragihandine : Rojê 6 kes bi çekên sar tên kuştin ku niwa wan kesan bi derbên kêr lêdanê canê xwe ji dest dane.

Sosyolog(Komel nas) û xebatkarên barê xisarên komelatiyanser wê bawirêne ku rewşa jiyana ne cîgitiya civaka Îran û bandora aborî wek sereke tirîn hegera serhildana pirsgirêkên sosyal bi nav kirine.