36’ Welatiyên Kurd Li bajarê Sewlava hatin binçav kirin

15:22 - 6 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Nizmaî yên Komara Îslamiya Îranê li heyamê 15 rojên bihûrî de 36 welatiyên Kurd li bajarê Sewlava binçav kirine.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, li heyamê 15 rojên bihûrî de 36 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Sewlava û gundên derdûrê, ji aliyê hêzên Leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê bi egera neçûn bo serbaziyê hatin binçav kirin.

heta dema bilav bûna vê nûçeyê keen girtî li destê hêzên nizamî yên komara Îslamiya Îranê de binçav kirine.

çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Egera vê yekê heye ku ev kesên girtî li hember dadgehên nizamî yên Komara Îslamiya Îranê bihên dadgehî kirin.

her wiha li dawiya meha Çileya Paşîn a sala 2012’an hêzên Îranê welatiyek xelkê gundê “Mûsik”a ser bi bajarê “Sewlava”binavê “Sîrwan Mihemedî” kurê Kerîm bi hinceta rewiyan li xizmeta Leşkeriyê hat binçav kirin û jibo kirmaşanê şandin.