26’ê Rezbera 1405an a Rojî di domandina zext û gazîkirinên dubare yên «Sîna Perwîzî», werzişvan û rahênerê bedensaziyê, ji bo Îdareya Îttîla’atê ya Kamyaranê de, ew di rojên borî de careke din ji aliyê vê saziya ewlehiyê ve hate gazîkirin û piştî çend demjmêran lêpirsîn û binçavkirina bê sebeb, bi standina soznameya neçarî hate berdan.
Çavkaniyek agahdar, piştî piştrastkirina vê nûçeyê, ji Kurdpa re got: «Sîna Perwîzî», welatiyê Kurd ê xelkê gundê «Elîk», a girêday bajarê Kamyaranê, ku werzişvan û rahênerê bedensaziyê ye, roja Pêncşemê, 23’ê Rezbera 1405an a Rojî ji bo Îdareya Îttîla’atê ya Kamyaranê hatibû gazîkirin û bi çend demjmêran di vê saziya ewlehiyê de di bin binçavkirina bêsebeb û lêpirsînê de hate ragirtin. Di dawiyê de, piştî standina soznameya nivîskî ya neçarî ji aliyê vê saziyê ve, hate berdan.
Sîna Perwîzî, temen 38 salî, werzişvan û rahênerê bedensaziyê û serperiştê tîma bihêztirîn zilamên Kamyaranê ye û beşdarî pêşbirkên parêzgehî û neteweyî bûye.





