29’ê Rezbera 1405an a Rojî bi derbasbûna sê rojan li ser binçavkirina bereday ya «Silêman Resûlî», welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şino, hîn jî tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina wî tune ye.
Ew ji dema binçavkirinê ve ji mafê xwe yê hebûna parêzer û herwiha hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.
Çavkaniyek agahdar, piştî ku ev nûçe piştrast kir, ji Kurdpa re got ku roja Duşemê, 27’ê Rezbera 1405an a Rojî «Silêman Resûlî» ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îttîla’atê ve, bêyî ku belgeyeke dadgehê bê nîşandan, hatiye binçavkirin û ber bi cihêkî nediyar ve hatiye veguhestin.
Tevî derbasbûna sê rojan li ser binçavkirina bereday ya wî, heta niha tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd tune ye.
«Silêman Resûlî» yek ji çalakvanên warê jîngehê li Şino ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê , sebeba binçavkirina vî welatiyê Kurd nehatine eşkerekirin û hêzên ewlehiyê jî di derbarê vê mijarê de tu ravekirin pêşkêş nekirine. Herwiha, ew di vê heyamê de ji mafê hebûna parêzer û mafê hevdîtin û têkilîdanîna bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.





