26ê Xermanana 1405an a Rojî di berdewamiyê pêla binçavkirinên bereday û bi tundûtûjî yên welatiyên Kurd li bajarên Kurdistanê, li bajarê Ûrmiye pênc welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi awayekî tundûtûjî hatine binçavkirin û piştî derbasbûna du rojan ji binçavkirina wan a bereday, li ser cihê ragirtin û çarenûsa wan agahiyek di dest de tune ye. Ev welatî ji mafê her cure destppragihîştina bi parêzger, dîtin û têkiliyên bi malbatên xwe re bêpar hatine hiştin.
Çavkaniyên agahdar ên Kurdpa bi piştrastkirina binçavkirina van kesan dibêjin; roja Çarşemê 25ê Xermanana 1405an a Rojî, “Ferheng Dêhqan”, 37 salî û xelkê “Dizêya Mergûr”, ku bi karê mekanîkî re mijûl bû, bi êrîşa hêzên ewlekariyê bo cihê karê wî, bi awayekî tundûtûj û bi lêdan û bê nîşandana belgeya dadgehê hat binçavkirin û bo cihekî nediya hate veguhestin.
Di heman rojê de, “Mecîd Êbtehac”, welatiyekî Kurd ê xelkê “Zêwe” li herêma Migewer a Ûrmiye, jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, bê nîşandana belgeya dadgehê, hat binçavkirin û bo cihekî nediya hate veguhestin.
Herwiha “Wahid Şebanî”, “Bêhdar Esedî” û “Salih Derbûbeçîçik”, sê welatiyên Kurd ên xelkê gundê “Gêsiyan” a girêdayî herêma Mirgewer a Ûrmiye, jî di nav kesên din ên ku di 25ê Xermananê de hatine binçavkirin de ne ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, bê nîşandana belgeya dadgehê, hatine binçavkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebebên binçavkirina van 5 welatiyên Kurd agahiyek di dest de tune ye û hêzên ewlekariyê jî di vê derheqê de tu ravekirinek nekirine. Herwiha hemû wan, piştî derbasbûna çend rojan, ji mafê her cure destpêragihîştin bi parêzger û herwiha hevdîtin û têkiliyên bi malbatên xwe re bêpar hatine hiştin.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Binçavkirina 5 kesan li Ûrmiye; Ferheng Dêhqan, Mecîd Êbtihac, Wahid Şebanî, Bêhdar Esedî û Salih Derbûbeçîçik




