Roja Çarşemê, 14ê Xermanana 1405an a Rojî Mihemed Vitmanî, xortekî Kurd ê xelkê Mehabadê, piştî 29 rojan binçavkirina bereday ji girtîgeha bajêr bi danîna barimteyê bi awayê demkî serbest hat berdan.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re; ev xortê Kurd piştî temamkirina pêvajoya lêpirsînê ji navendeke ragirtinê ya ewlehiyê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin û di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re bêpar bûye.
Roja Çarşemê, 28ê Gelawêja 1405an a Rojî, hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî, ev welatiyê Kurd li yek ji kolanên Mehabadê binçavkirin û ew veguhestin cihekî nediyar.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd tune ne.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Mehabad; Mihemed Vitmanî piştî 29 rojan binçavkirina bereday bi danîna barimteyê bi awayek demkî serbest hat berdan





