cezayê îdamkirinê yê du girtiyên bi navên "Dunya Mihemedî" û "Xudadad Mihemedî" yên xelkê bajarê Îvanxerbê li girtîgeha Navendî ya Îlamê hat bicîhanîn.

Li gorî çavkaniyek agahdar, ev her du girtî di rojên dawî de ji bo bicihanîna cezayên xwe yên îdamkirinê ji bo odeyên takekesî ya li girtîgeha Îlamê hatibûn veguhastin.

Ev her du girtî nêzîkî du sal berê di du dozên cuda de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" cezayê îdamkirinê li wan hat birîn.

Heta niha, nûçeya îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.