cezayê îdamkirinê yê girtiyê bi navê "Muhsin Darabî" xelkê Kirmaşanê li girtîfeha Navendî ya Îsfahanê hat bicîhanîn.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev girtî di rojên dawî de ji bo cîbicîkirina cezayê îdamkirinê hatibû veguhastin odeya rakekesş ya li girtîgeha Isfahanê.
Ev girtî çend salan beriya niha bi tohmetên têkildarî kirîn û firotina "madeyên hişber" hatibû binçavkirin û dûv re ji hêla dezgeha dadweriya Îranê ve cezayê îdamkirinê lê hat birîn.
Muhsin Darabî zewicî ye û zarokekî wî heye.
Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji hêla rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.





