Êvara roja Çarşemî, 29ê Gelawêja 1405an a Rojî, "Abid Elîzade", xortekî Kurd ê xelkê bajarê Tikabê û çalakvanekî medyayê ku di qada torên civakî de ji bo piştgiriya gel, qurbaniyên şerê Kurd û çand û zimanê Kurdî çalak bû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî bereday hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re; "Abid Elîzade", xelkê "Şerîfava" a girêday bajarê Tikabê, di demjmêr 8ê êvarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadwerî hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.
Ev welatiyê Kurd di qada înternetê de ji bo piştgiriya xwepêşandanên mafdar ên gel li dijî lêçûnên jiyanê yên bilind, protestokirina li dijî hesabkirina xwepêşanderan weke dijmin, piştgirîkirina ziman û çanda Kurdî, û lêkolînên Kurdî, û bi gelemperî di derbarê pirsgirêkên civakî yên di civakê de çalak bû.
Abid Elîzade zewicî ye. Wî vê dawiyê vîdyoyek ji merasîma zewaca xwe weşand û got: "Ji bo rêzgirtina hemî şehîdan, me vê dawiyê zewicî û merasîma zewaca xwe bi awayeke sade û bê şahî li dar xist. Em hêvî dikin ku rojekê gelê hêja ê Îranê tiştê ku heq dike bistîne. Ez spasiya we hemî hêjayan ku pêşwext pîrozbahî li me kirin dikim. Bi hêviya rojên çêtir."
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derheq sebebên binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Tikab; Abid Elîzade, xortekî Kurd û çalakvanekî medyayê, hate binçavkirin û birin cihekî nediyar





