Roja Duşemê, 26ê Gelawêja 1405an a Rojî welatiyeke Kurd a bi navê "Hêmin Menîje", kurê Ehmed, xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û veguhest cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî binçav kirin e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.

Her wiha Hêmin Menîje ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re bêpar e.