Roja Şemiyê, 24ê Gelawêja, 1405an a Rojî, "Mesûd Alanî Kohne Qela", stranbêjekî Kurd ê xelkê gundê "Sîngan" û rêniştiyê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî biryara dadgehê hate binçavkiri û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re; piştî nîvroya roja Şemiyê, 24ê Gelawêja 1405an a Rojî, "Mesûd Alanî Kohne Qela", stranbêjekî Kurd ê xelkê gundê "Sîngan" û rûniştiyê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê ve li yek ji kafeyên Şinoyê bêyî biryara dadgehê hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Piştre, hêzên ewlehiyê li Şinoyê serdegirtin li ser mala navborî kirin û bêyî belgeyeke yasay telefonên desta yên hevjîna wî û keça wî desteser kirin û ew ji wir birin.
Heta dema belacbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî stranbêjî de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedaye.
Ev welatiyê Kurd ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re jî bêpar e.
"Mesûd Alanî Kohne Qela" stranbêjekî Kurd ê navdar li Şinoyê ye û gelek caran ji ber stranên Kurdî bi şêwazekî welatparêzî hatiye gazîkirin û binçavkirin.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Şino; Stranbêjê Kurd Mesûd Alanî hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin





