25ê Gelawêja 1405an a Rojî Êvara borî, "Daryûş Rehîmî", welatiyekî Kurd ê temen 45 salî û xelkê Sine, bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin, û çarenivîsa wî hîn jî ne diyar e.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re; êvara roja Şemiyê, 24ê Gelawêja 1405an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê êrîşî mala "Daryûş Rehîmî" kirin, ew binçavkirin û veguhastin cihekî nediyar.

Di vê binçavkirina bêserûber de, hêzên ewlehiyê, dema ku bi tevahî li malê lêgerîn kirin, telefona wî ya desta û tiştên endamên malbatê jî bêyî destûra qanûnî desteser kirin û ji wan standin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebebên binçavkirin an jî tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd tune ne, û hêzên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane. Daryûş Rehîmî di dema binçavkirin ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re bêpar e.