Urmiye; Welatiyê Kurd Mihemed Hisênzade bi guleya hêzên dewletê hat kuştin
23:39 - 31 Adar 2025

Roja Şemî 9’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed naskirî bi (Memmed) Hisênzade” kurê Sadiq, li taxa “Terzilû” a ser bi Urmiyê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên dewletê, hat kuştin
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê teqe li tirimbêla vî welatî kirine.
Vê çavkaniya agehdar got jî: Hêzên hikûmetê bi hinceta hilgirtina kelûpelên qaçax, rasterast tirimbêla vî welatiyê Kurd teqe jê kirin e.
Mihemed naskirî bi (Memmed) Hisênzade xelkê gundê “Qişlaq Terizliya” ya bajarê Urmiyê ye.